Dewleta Tirk bombe li Çamankê, Garê û Avaşînê barand

HPG'ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Mijdarê derdora bajarokê Çemankê û herêmên Garê û Avaşînê bombe kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya der barê mijarê wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 19'ê Mijdarê de êrişên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di vê çarçoveyê de ye;

Saet di 09:00 û 16:30 de balafirên şer bombe li derdora bajarokê Çemankê barandin.

Di navbera saet 16:00 û 17:00 de balafirên şer derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê bombe kirin.

Balafirên şer saet di 17:00 de bombe li qada Werxelê ya herêma Avaşînê barandin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehat."