Li Berlînê qedexeya dîzelê hefteya bê dest pê dike

Li Elmanyayê ku li gelek bajarên mezin wesayitên dîzel hatine qedexekirin, li paytext Berlînê jî ji Duşemê û pê ve tê qedexekirin.

Senatoya Berlînê di Tîrmehê de biryar wergirtibû ku hejmara rê û kolanên asta leza ajotinê saetê 30 kîlometre ye bê zêdekirin û ajotina wesayitên dîzel ên kevn bê qedexekirin. Qedexeya wesayitên bi motorên dîzel ku pîvanên emîsyona wan Euro 5 û kêmî wê ne, wê li 8 kolan û rêyên Berlînê derbasdar be.

Li gorî nûçeya Berlîner Morgenpost ji Duşemê û pê ve wê panoyên hişyarkirinê li beşên navbera Silbersteinstrasse, Hermannstrasse û Karl Marx Strasse yên taxa Neukolnê bên daliqandin.

Li gorî vê yekê wê li kolan û rêyên taxa Mîtteyê qedexe hefteya bê bikeve meriyetê.