Serokê CDHM’ê bi peyamekê piştevaniya Kurdan kir

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon ku bi peyameke piştevaniya ya ji bo Kurdan parve kir got: “Ji ber hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina diyarkirina siberoja xwe, êrîşên li ser tê kirin nayê qebûlkirin.”

Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlementoya Brezîlyayê Helder Solomon di peyama parve kirî de ev got: “Gelê Kurd ê yek ji gele herî mezin ku bê dewlet e, di sed salên dawî de bi sedan êrîş li ser hatin kirin.

Di demê dawî de li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd bi desteka DYE’yê ji bo tinekirina Dewleta Îslmaî bû xwedî roleke kilîd. Lê bi biyara derketina DYE’yê re, Tirkiye dest bi êrîşên li ser Kurdan kir. Di êrîşan de bandora li ser sivîlan di asta herî jor de ye. Ji 9’ê Cotmehê û vir ve 300 hezar kes ji cihên xwe bûn û 72 kes jî mirine.

Ji ber hewldanên Kurdan ên ji bo bidestxistina diyarkirina siberoja xwe êrîşên li ser tê kirin, nayê qebûlkirin. Ji bo pêşîlêgirtina paqijiya etnîkî ya li herêmê erke hemû civaka navneteweyî ye, ji bo vê êrîşa dewam dike şermezar dikin. Çêkera piştî 1’emîn Şerê Cîhanê û şûnde pêk hatî, sînorên welatan nayê wateya hebûna vî gelî ji holê bê rakirin.”