Partiya Sor a Norwêcê: Bila bikaranîna çeka kîmyewî bê lêkolîn

Lîderê Partiya Sor a Norwêcê (Rodt) Bjornar Moxnes ji bo îdîayên der barê bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin bikeve rojeva navneteweyî, ji Norwêcê xwest ku bikeve nava hewldanan.

Li gorî nûçeya rojnameya ABC Nyheterê Moxnes ji Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Ine Eriksen Soreide xwest ku mijarê bixe rojeva civîna Wezîrên Karên Derve ya NATO'yê û Neteweyên Yekbûyî.

Moxnes ji rojnameyê re axivî û got, "Îdîaya der barê bikaranîna fosfora spî yan jî çekeke din kîmyewî li dijî sivîlan gelekî mezine ku tişta herî rast a divê bê kirin lêkolîna mijara bikaranîna çeka kîmyewî ye."

Her wiha bal kişand ser nûçeyên Newsweek û Thimesê ku dibêjin welatên NATO'yê li dij in ku bikaranîna çeka kîmyewî ya Tirkiyeyê bê lêkolîn.

Moxmes ji Soreide xwest ku mijarê bixe rojeva civîna NATO'yê û sûcên li dijî sivîlan hatine kirin bên lêkolîn. Moxmes got, "Derfetên Soreide hene ku vê bike. Divê NATO li pêşiya lêkolîna sûcên giran ên li dijî sivîlan nebe asteng."

Partiya Sor her wiha îdîayên der barê bikaranîna çeka kîmyewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi pêşnûme pirsekê xist rojeva parlamentê.