Li Dîlok, Edene û Colemêrgê qirkirina siyasî

Desthilatdariya AKP-MHP'ê kiryarên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Li Dîlokê 6 kes hatin girtin. Li Edeneyê avêtin ser malan û li Colemêrgê jî parêzerek hate cezakirin.

DÎLOK

Li Dîlokê 10 ji 57 kesên hatin destgîrkirin derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya ji 13 saetan ew sewqî dadgehê hatin kirin. Di encamê de jî Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şahînbeyê Mehmet Ozkan, rêveberê rêxistina DBP'ê ya Dîlokê Nafî Demîr, Hevseroka berê ya HDP'ê ya Dîlokê Guler Erat, Hevseroka berê ya HDP'ê ya navçeya Şehîtkamîl Bîrcan Demîr û hesabirê HDP'ê yê Rêxistina Dîlokê Kasim Şan û Nesîbe Çinar hatin girtin.

EDENE

Li Edeneyê polîsan avêtin ser mala Berpirsyara Weşana Giştî ya Radyoya Dunya ya bi biryarnameyê weşana wê hate rawestandin Medîne Gumuş. Gumuş ji ber ku li derveyî welat bû nekarî bê destgîrkirin.

COLEMÊRG

Harîka Gunay Karataş a li navçeya Gevera Colemêrgê parêzeriyê dike, ji ber parvekirinên hesabê medya civakî bi îdî,aya “Propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin. Dadgeha Colemêrgê 3 sal, mehek û 15 roj ceza li Karataş birî. Parvekirinên Karataş ên 7 salên dawî li dosyeyê bar kirine û wek sûc hatine hesibandin.

Karataş derbarê cezayê lê hatiye birîn de nerazîbûn nîşan da û got siyaseta demokratîk di rexneyên azad de derbas dibe û yên li vî welatî dijîn her kes wek “gumanbarên asayî” tên dîtin. Karataş anî ziman ku birayra ji bo wê hatiye dayîn ne hiqûqî ye û dê vî cezayî qebûl neke.