Li Baselê ayîna polîtîk a piştî 30 salan ji bo Rojava hate kirin

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirovên Katolîk û Protestan li bajarê Basel ê Swîsreyê şeveke diakirinê pêk anîn.

Li Dêra Elîzabethen a dîrokî keşîşên jin ên Katolîk û Protestan dia kirin.

Di dîroka Dêra Elîzabethen de piştî 30 salan yekemcar ayîneke polîtîk hate kirin. Di ayînê de ji bo gelên li Rojava dia hate kirin û hêzên dagirker hatin şermezarkirin.

Di şeva diayê de ku Kurd û dostên wan tevlî bûn Keşîşa Katolîk Monîca Hûngerbuhler û Keşîşa Protestan Monîca Wîdmer Hodel dia û nifirên jinê di dema Şerê Duyemîn ê Dinyayê de li girtîgehên Nazî girtî bûn kirin.

Piştî diayên keşîşên jin beşdarên şeva diayê find vê xistin û piştre hunermendên Ermen stran gotin.

Nûnera Tevgera Jinên kurd a li Swîsreyê jî bal kişand ser armancên êrişên dewleta Tirk û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze şoreşa li Rojava tine bike ku di nava vê şoreşê de jiyana hevpar a gelan heye.

Di şeva diakirinê de ji bo têkoşîna gelê Kurd a li Rojava banga xwedîderketinê hate kirin.