Koklu: Derketina ji kaosê bi Ocalan dibe
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke sîstemekê tê pêkanîn. Koklu destnîşan kir, ji bo derketina ji kaosê divê perspektîfa Ocalan esas bê wergirtin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke sîstemekê tê pêkanîn. Koklu destnîşan kir, ji bo derketina ji kaosê divê perspektîfa Ocalan esas bê wergirtin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan di nava sîstema hiqûqa gerdûnî û sîstema Tirkiyeyê de cihê xwe nîne û ji ANF'ê re qala tecrîd kir.
Koklu anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê divê weke sîstemeke tecrîdê bê nirxandin û got, "Divê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ne tenê bi aliyê xwe yê Tirkiyeyê her wiha bi destwerdana li Rojava û komploya navneteweyî bê nirxandin. Ji ber ku Ocalan piştî ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de komploya navneteweyî lê hate kirin di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Îmraliyê û tecrîdê dest pê kir. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li derveyî hiqûqa Tirkiyeyê û gerdûnî li dijî şexs hate pêkanîn. Bêguman vê yekê bi rengê curbecur bandor kir. Hin caran bi destwerdana fîzîkî, hin caran bi birîna têkiliya wî bi derve re û hin caran jî bi bahaneyên 'rewşa nebaş a hewayê' hevdîtin hatin astengkirin. Ji xwe ev yek di 2'ê Gulana 2019'an de careke din eşkere bû."
'BERXWEDANÊ KIR KU HEVDÎTIN BÊ KIRIN'
Koklu destnîşan kir ku bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi hezaran girtiyan derfetên hevdîtinan afirî û got, "Di nava pênc hevdîtinan de me careke din dît ku nêrîna li Îmraliyê bandoreke bi çi rengî li dinyayê dike, li civakê dike. Careke din derfet afirîn ku komploya navneteweyî bi gelek aliyan bê nirxandin."
'OCALAN HÊVIYA ÇARESERIYÊ YE'
Koklu bal kişand ser girîngiya deklarasyona di hevdîtina 2'ê Gulanê de hate ragihandin û got, "Deklarasyona ku ji 7 madeyan pêk dihat rewş tespît dikir û rêyên çareseriyê destnîşan dikir. Ya yekemîn jî pêwîstiya bi lihevkirina civakî, ya duyemîn jî danûstandinên demokratîk, bi vê ve girêdayî jî rêbazeke siyasetê, çareseriya destûra bingehîn a bi demokrasiyeke xurtkirî bû. He rwiha sernavê herî girîng jî çareseriya ji bo aştiyeke bi rûmet bû. Vê deklarasyonê li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Ewropayê deng veda û bû sedema nîqaşan."
Koklu destnîşan kir ku bi vê deklarasyonê re di nava civakê de ji bo çareseriya meseleya Kurd hêviyek afirî.
Koklu anî ziman ku beşa herî girîng a hevdîtinan jî piştperdeya dîrokî ya bûyerên li Sûriye û Rojava bû û got, "Birêz Ocalan digot ku têkiliyên Kurd û Tirkan bi taybetî ji şerê Malazgîrtê ve divê di nava rewşeke rêk û pêk de bê nîqaşkirin."
Her wiha destnîşan kir ku eger derfet jê re bên pêşkêşkirin wê di nava hefteyekê de meseleyê çareser bike û ji bo vê jî aqlê dewletê divê.
'JI BO DERKETINA JI NAVA KAOSÊ'
Koklu perspektîfên çareseriyê yên Ocalan weke derketina ji nava kaosê pênase kir û got, "Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li aqlê dewletê dike, ji bo Kurdan jî balê dikişîne ser aqlekî hevpar. Ji bo Kurdan aqlê Kurdan ê mirovê azad, jiyana azad û civaka azad bû. Em di demeke welê de ne ku ev aqlê Kurdê azad hîn bi xurtî ava dibe.
Ji bo çareseriya siyasî jî tifaqa demokratîk û hevdîtinên demokratîk destnîşan dikir. Perspektîfa Birêz Ocalan a çareseriyê ji bo derketina ji nava kaosê çareseriyekê destnîşan dike. Tê dîtin ku komploya navneteweyî û konsepta şer a ku pê re dest pê kir li Iraqê, Sûriyeyê û parçe bi parçe li wleatên din ên Rojhilata Navîn neçareseriyê mezintir dike."
Koklu destnîşan kir ku Ocalan pirsgirêkan hemûyan bi rengekî eşkere radigihîne û got, "Dibêje, 'Em hewl didin hiqûqa Kurdan a ku tine tên dîtin ava bikin. Gel hemû divê bibînin ku ev hemû mafe û divê têkoşînek bi vî rengî bê meşandin. Di vê çarçoveyê de em hewl didin bixebitin. Em bang li her kesî dikin ku di vê çarçoveyê de bixebitin'."