QSD'ê gundek rizgar kir, herî kêm 8 dagirker hatin kuştin

Yek ji gundên Eyn Îsa yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Li Girê Spî jî herî kêm 8 dagirker hatin kuştin û derb li wesayiteke leşkerî hate xistin.

Li gorî agahiyan, gundê El Arîdîa yê navçeya Eyn Îsayê ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji dagirkeran hate paqijkirin.

Şevê din heya saet 11’an artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Qizilî û gundên derdora wê bi obus û hewanan kir û di encamê de gelek zirar gihaştin mal û milkên sivîlan.

Li aliyekî din jî di çarçoveya mafê xweparastinê de şervanên QSD’ê bersiv da êrişan. Di encama bersivdana şervanên QSD’ê de 8 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hat teqandin.