'Wêneyên min xizmetê ji têkoşîna neteweyî re dikin'

Wênevan Sînan Hezer got, ew dixwaze bi wêneyên xwe bike belge ku dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike û destnîşan kir, ku li gel belgekirinê her wiha dixwaze hişmendiya neteweyî jî xurtir bike.

Wênevan Sînan Hezer ji ber birîndarên êrişên dewleta Tirk ên li Rojava wêneyên xwe afirand. Mîna gelek hunermendên ku bala xwe li ser êrişên li dijî Kurdan û Kurdistanê ne, wêneyên Hezer jî bi têra xwe bal kişand.

Hezer der barê wêneyên xwe ji ajansa me re axivî.

Hezer anî ziman ku hunermendek nabe ku li pêşberî têkoşîn û berxwedana li Rojava bêdeng, bêbersiv û bêhest bimîne û got, "Bi taybetî wêneyên dagirkeriyê ku di meha Cotmehê de ji bo parastina rejîma Erdogan li dijî Bakur û Sûriyeyê hate kirin, wêneyê Mihemmet Hemî Umer ê ku li Serêkaniyê ji ber bikaranîna bombeya fosforê birîndar bû cihê xwe di ti wijdanê de nebû."

Hezer destnîşan kir ku her xêz, her reng, her berhem belgekirina hovîtiya qewimiye û got, "Di heman demê de mîna belgeyekê ye. Şoreş û têkoşîna Rojava her hunermend li ser bingeha hestewariyê tevlî xwe kiriye û ji vê kêliyê û pê ve jî li bendê ye ku hunermend vê yekê di berhemên xwe de destnîşan bikin. Bi taybetî berhemên hunermendan ên pêvajoyên avakirinê hem ji bo civakê hem jî ji bo hunerê hêja ne ku ya berheman hêja dike jî nêzîkatiya hunermend li berhemên xwe ye."

Hezer anî ziman ku di berhemên hunermendên ne ji rêzê de hêvî bi rengan tê vegotin û got, "Ew paleta wênevan dema ku bi têkoşîna neteweyî, yekparetiya polîtîk a exlaqî û entellektûelî dibe yek hingî vediguhere berhema wijdanê civakî. Pêkhateya bingehîn a neteweya demokratîk çand yanî hunere. Wêne tê wateya hebûnekê, vejînekê, aliyekî û azadiyê. Bi hêzeke xeyalan a bêyî dehfdanê, bi hunereke azadkirinê berhem çawa tê afirandin em li wê bifikirin. Her firçeya ku di nava hunera azadiyê de ji bo yekîtiya têkoşîna neteweyî tê bikaranîn xeyaleke nû ji bo hunera wêneyan diafirîne."

Hezer destnîşan kir ku hunermend ew kes in ku her kêliya xwe bi têkoşînê derbas dike û ji bo wê diafirîne. Hezer got, "Bi vê têgihitin û berpirsyariyê ez di karê xwe de bûyerên diqewimin nîşan didim. Bi rengekî qeyd dikim. Min jî nedixwest ku di karê xwe de şer û mirinê ragihînim, lê belê her karek xwedî wesfa belgeyeke dîrokî ye. Ya girîng vegotina bûyerên diqewime. Mîna ku helbestvan Ahmet Tellî dibêje, 'Zehmete ku mirov bibin belgekarê êşê'. Em di nava şer de bin jî berpirsyariya me ye ku em li dijî şer li ber xwe bidin û wêneyê bedewiyê biafirînin."