ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN 

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, êrişên dagirkeriyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.

Wênevan Sînan Hezer got, ew dixwaze bi wêneyên xwe bike belge ku dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike û destnîşan kir, ku li gel belgekirinê her wiha dixwaze hişmendiya neteweyî jî xurtir bike.

Berdevkê Hewldana Parastina Heskîfê Ridvan Ayhan nerazîbûn nîşanî tinekirina dîroka ji 12 hezar salî da û got, "Heskîf ne tenê mîrateya me ye, ya tevahiya mirovahiyê ye. Xwedîderketina li Heskîfê xwedîderketina li mirovahiyê ye."

Gerîla civata wan mirovane ku naxwazin xiyanetê li xeyalên zarokatiya xwe bikin. Civata wan mirovane ku ne xeyalan dikin, lê belê didin pey wan xeyalan û hewl didin wan bijîn.