Li Îranê tehamula gel kêm bû, çi bû çi tê payîn?

Li Îranê piştî ku bihayê benzînê sê katan zêde bû, gel daket qadan. Rejîmê li hemberî çalakgeran ‘serkeftina xwe’ eşkere kir lê dibe ku asta xwepêşandanan zêde bibe.

Li welat li nêzî 100 bajaran gel daketin kolanan û li hemberî zêdebûna bihayê benzînê nerazîbûna xwe nîşan dan. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Farsê nêzî hezar kes hatine destgîrkirin. Lê tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 100 kes mirin.

Du sal berê jî gel daketibûn kolanan lê piştre bertekên wan nerm bûbû. Akademîsyenê Fransiz û Îranî Azadeh Kîan ji kovara Marîanne ya Fransizê re axivî û ev xwepêşandan analîz kir. Rîan got ku “Li welat ji ber zextên Emerîkayê û xerabbûna aboriyê, rejîmê biryar da ku bihayê benzînê 3 katan zêde bike. Îran rojê bi tenê 300 hezar varîl petrolê difiroşe. Ev ji sala berê xerabtir e. Di sala 2018’an de li 80 bajaran çalakî hatibûn lidarxistin îro ev hejmar bûye 108. Gelek banke, avahiyên şaredariyan, market, wesayîtên hêzên ewlekariyê û dibistanên dînî hatin şewitandin. Gel êdî li hemberî hejariyê zêde tehamul nake.

Gelê Îranê êşê dikişîne, lê Îran alîkariyê dide Îslamî Cîhada li Gazzeyê, li Lubnanê jî alîkariyê dide Hîzbûllahê. Li Îsfahanê di 19’ê Mijdarê de hemû kesan ji bo piştgiriya çalakgeran wesayîtên xwe dan sekinandin. Li welat tê diyarkirin ku 5 hezar jin tevlî nav çalakiyan bûne. Wê di Adar-Nîsana 2020’an de hilbijartinên giştî werin lidarxistin û di navbera fraksiyonan de têkoşîneke xurt heye.”

‘HERÎ KÊM 100 KES HATINE KUŞTIN’

Kîan diyar kir ku rejîm bi awayekî tund dibe ku mudaxeleyî çalakiyan bike û got ku “Heta niha hezar kes hatine destgîrkirin û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar dike ku sed kes hatine kuştin. Heke di şeş mehên pêşiya me de, dewlet nikaribe meaşê karmendan bide, dibe ku bi milyonan kes dakevin qadan.”

Kîan bal kişand ser vî tiştî ku Îran ji bo ku çalakiyên li Hûzistanê bide sekinandin, milîsên ji Iraqê xiste dewrê, ev jî tê wateya ku Mûxafizên Şoreşê kêm in.