ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Ji bo 8 kesan piştî 12 salan, 24 sal û 4 meh ceza hate birîn
Li Cizîrê ji bo 8 kesan ku bi hinceta tevlî çalakiyeke ya sala 2008’an hatiye kirin, 24 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Êlih û Amedê çalakiyên ‘şewitandin’ û ‘cezakirinê’
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz/ Şehîd Savaş Amed ragihand ku li Amed û Êlihê di navbera 25-29’ê Îlonê de rêze çalakî kirin. -
Qirkirina siyasî li Enqere û Stenbolê hatin protestokirin
Têkildarî siyasetmedarên HDP’î yên di operasyonên qirkirina siyasî de rehîn hatine girtin, li Enqerê û Hatayê daxuyanî hatin dayîn. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê çalakî kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê li dijî nokerên AKP-MHP'ê çalakî kirin. -
Yekîneya Tolhildanê bi dehan wesayit û kargehên 'faşîstan' şewitand
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşer Konya/Şehîd Arîn Mîrkan ragihand ku di navbera 24 û 29'ê Îlonê de li Stenbol û Edeneyê gelek çalakî kirine. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan. -
Partiya Çep a Ewropayê û Partiya Herka Gel piştgirî dan HDP'ê
Nerazîbûna li qada navneteweyî ya li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê dewam dikin. -
Serekê komên çete yên Enqereyê têkildarî Azerbaycanê mikur hat
Yek ji fermandarên "Artêşa Milî ya Sûriyeyê" ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin Ziyad Hecî Obed mikur hat ku Erdogan maeş dide çeteyên Sûriyeyî û van çeteyan dişîne Azerbaycanê. -
Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de komek ji parlamenterên Partiya Çep a Elman li Meclîsa federal ala HDP'ê hildan û piştgirî dan siyasetmedarên hatin destgîrkirin. -
Li Mêrsînê du rêveberên HDP’ê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Bariş Karabiyik destgîr kir. -
Rêxistinên Elman û Arjantînê piştgirî dan HDP’ê
Li hemberî operasyona qirker a li dijî HDP’ê nûnerên gelek welatan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û banga hevgirtinê kirin. -
'Nobeda Azadiyê' 432 hefte ne didome
Çalakiya 'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji bajarê Darmstadtê dewam dike. -
Li Kanadayê şîrketa ku teknolojiyê dide ÎHA û SÎHA'yan hate şermezarkirin
Li bajarê Bûrlîngton ê eyaleta Ontarîo ya Kanadayê, şîrketa L3 Harrîs WESCAM hate şermezarkirin. -
Umît Acar li Lavrîoyê hate bîranîn
Umît Acar ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya du salan bedena xwe da ber agir, li bajarê Lavrîoyê hate bîranîn. -
Girtiyê nexweş Yamaç dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê û kêfî yên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. -
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Berî serdana Bûldan li Qersê çalakî û aktivîte hatin qedexekirin
Walîtiya Qersê, çend saet mayî ji serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku wê bi gel re bicive, ji bo 15 rojan ‘qedexeya çalakî û aktivîteyan’ ragihand. -
Siyasetmedarên destgîrkirî dest bi boykota ‘negirtina xwarinê’ kirin
HDP’iyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, dest bi boykota negirtina xwarinê kirin. -
‘Heta ji bo Roboskiyê edalet pêk neyê, em rehet nahêlin ku razin’
Hewldana Ji bo Roboskiyê Edalet, nerazîbûn nîşanî nedarezandina berpirsên Qetlîama Roboskiyê da û got: “Heta ku edalet ji bo Roboskiyê pêk neyê, rehet narazên û rênadin hûn jî razin.” -
Olûç û Beştaş: Divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve
Serokwekîlên Koma HDP’ê li dijî qirkirina siyasî civînek ya çapemeniyê lidar xist. Serokwekîlan got: “HDP tevî hemû zextan neket, nakeve.” diyar kir ku her kesê demokrasiyê dixwaze divê xwedî li HDP’ê derkevin. -
2 AVM, kargehek, 2 avahî û 2 wesayît şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihandin ku li 8 bajaran gelek cihên kar û wesayît şewitandine. -
Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê: Li dijî faşîzmê dema derketina kolanan e!
Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya banga bilindkirina berxwedanê kir got: “Desthilat herî zêde ji kolanan ditirse; bang dikin ku dakevin kolanan. Dem dema ne tirs cesaretbûn, ne dema lewazbûn pêkanîna têkoşînê ye.” -
Tîmên Bersivdayînê YPS-JIN: Em ê li her derê tolê hilînin
Tîmên Bersivdayînê YPS-JIN a Şehîd Zelal Xerzan li dijî faşîztan çalakî kir û got: “Em ê li her derê tolê hilînin.” -
Partiya Çep a Swêdê: Divê cîhan li ber zextên li ser HDP'ê rabe
Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt nerazîbûn nîşanî girtina HDP'iyan da û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku zextên li ser HDP'ê şermezar bike.