Serekê komên çete yên Enqereyê têkildarî Azerbaycanê mikur hat

Yek ji fermandarên "Artêşa Milî ya Sûriyeyê" ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin Ziyad Hecî Obed mikur hat ku Erdogan maeş dide çeteyên Sûriyeyî û van çeteyan dişîne Azerbaycanê.

Komên çete yên ku dewleta Tirk ji bo dagirkirin û talankirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, piştî Lîbyayê şand Azerbaycanê.

Ev komên ji ber çeteyên Heyet Tehrîr Şam û DAÎŞ'ê hatine avakirin, di berdêla pereyan de li dijî Ermenan di şer de tên bikaranîn.

Ji serekên van komên çete Ziyad Hacî Ûbeyd ê li Dîlokê ye, li xwe mikur hat ku komên çete ji bo Azerbaycanê hatine şandin.

Ûbeyd got, "Şervan ji ber şert û mercên nebaş ên aboriyê ji bo karibin debara malbatên xwe bikin neçar in ji bo kar biçin Azerbaycanê" û bi vê gotinê hincet ji sûcên xwe yên şer re peyda kir. Ûbeyd got, "Li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din rewşa aboriyê gelekî nebaş e û nikarin debara malbatên xwe bikin."

Ûbeyd her wiha li xwe mikur tê ku artêşeke çeteyan a ji 70 hezar kesî heye ku ji çeteyên li Sûriyeyê hatiye avakirin, li Tirkiyeyê tên bicihkirin û maeş ji wan re tê dayin.

Ûbeyd got, "Ji bo berjewendî û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê em amade ne li her cihî şer bikin. Em jî ji bo pêkanîna armancên xwe berjewendiyên xwe diparêzin. Şervan ji bo berjewendiyên hevpar ên bi Tirkiyeyê re û debara xwe diçin li deverên cuda şer dikin. Ji ber piştgiriya ku Tirkiyeyê dan me divê em jî deynê xwe bidin."