ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Ji bo wergirtina Ocalan di 2'ê Sibatê de saet 05:30'î balafirek hat balafirgeha leşkerî ya veşartî. Qeyda fermî ya wê balafirê nebû. Balafira veşartî ya ji Swîsreyê hat, ku ji aliyê Gladiyoya NATO yan jî CIA ve hate amadekirin, ber bi Naîrobî ve bi rê ket.
Çalakiya 'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji bajarê Darmstadtê dewam dike.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, kampanya wan a ji bo çar mehan, kampanya xweparastinê ye û got, "Jinên Kurd bi sê qatî zêdetir dibin hedefa êrişan."
Nûnerên gelan ên li gelek welatan li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku li dijîzextan ew piştgiriya HDP'ê dikin.
Rojnamevan, nivîskar û hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê dan û bi bîr xistin, ku partiya muxalefetê ya herî bi bandor HDP ye, lewma desthilatdariya AKP-MHP dixwaze HDP'ê bêdeng bike.
Hevserok Bernd Rîexînger jî di nav de komek ji parlamenterên Partiya Çep a Elman li Meclîsa federal ala HDP'ê hildan û piştgirî dan siyasetmedarên hatin destgîrkirin.
Gerîla Rustem Amed ku li eyaleta Zapê tevî şehîd Alî Piling li heman qadê ma, diyar kir "Fermandar Alî Piling deryayek bû, fermandarekî mezin bû. Ez ji wî hînî jiyanê, partiyê, şervaniyê û fermandariyê bûm."