Olûç û Beştaş: Divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve

Serokwekîlên Koma HDP’ê li dijî qirkirina siyasî civînek ya çapemeniyê lidar xist. Serokwekîlan got: “HDP tevî hemû zextan neket, nakeve.” diyar kir ku her kesê demokrasiyê dixwaze divê xwedî li HDP’ê derkevin.

Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, derbarê operasyona “lêpirsîna Kobanê” de ku li dijî endam û rêveber û parlamenterên berê yên Partiya wan pêk hatibû, li meclisê daxuyanî dan. Olûç, bertek nîşanî dirêjkirina siyasetmedaran da û bi bîr xist ku endamê MYK’a partiya wan ku di bin çavan de ne, di sala 2015’an de li bajarên cuda gotin dane û wiha got: “ Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Ne hiqûq û ne jî darazê li holê hiştine. Her tişt bi biryarên dadgehên ku bûne komîsyonên hiqûqê yên qesrê tên kirin.”

Olûç, bi lêv kir ku armanca operasyonê tasfiyekirina HDP’ê û pêk hateyên wê ye û ev tişt anî ziman: “Ev desthilat desthilateke tasfiyekar e. Ev desthilat, hevrika xwe ya siyasî HDP’ê nikare bi rêya siyasete têk bibe. Ji ber vê sedemê darazê bi kar tîne û hewl dide HDP’ê tasfiye bike. Ev pêkanîneke derveyî hiqûqê ye. Ev operasyoneke tolhildana siyasî ye. Tola 7’ê hezîranê dixwazin îro bigirin. Konjoktura îro pêwîstî bi tolhildana vê dibîne.”

Olûç, polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û got: “Me got divê pirsgirêkên li Rojhilata Deryaya Spî û Egeyê, bi rêyên müzakere, dîplomasî û aştiyê çareser bibin. Lê wê demê guh nedan me. Niha jî di polîtîkayên dervede fiyosko tê jiyîn. Ji ber ku HDP’ê têkoşîna hiqûq, edalet, wekhevî û aştiyê dide, bi operaysonên tolgirtinê re rûbîrû tê hiştin. Armanca wan ew e ku siyaseteke bê HDP bi rêve bibin. Hemû derdê wan eve. Lê naxwazin vê rastiyê bibînin. Bila neyê ji bîr kirin ku 6 mîlyon hilbijêrên HDP’ê hene. Ev 6 mîlyon bi malbatên xwe re dibin 20 mîlyon. HDP partiya 3’yemîn a Tirkiyeyê. Hûnê tu carî nekarin HDP’ê bi van operasyonan tesfiye bikin. Gelo hûnê ji milyonan kes re çi bêjin û çi ji wan bikin.”

Olûç, bal kişand ser Deklerasyona Banga Aştiyê ya di 31’ê Tebaxê de ragihandin û wiha pê de çû: “Ev deklerasyona me li dijî deklerasyona şer bû. Lê vê xebata me ya demokrasiyê asteng dikin. Hewldana şatiyê di darizînin. Di dema Dolmabahçeyê de mutabakat hat kirin. Niha Îdrîs Balûkên ê beşdarî vê mutabakatê bû girtiye. DÎsa Sirri Sureyya Onder îro dibin çavan de ye. Derbarê Hevseroka me Pervîn Bûldan de fezlekeye amede dikin. Em dixwazin hemû tişt derbikevin holê. HDP ne ket û ligel hemû zextan jî wê tu carî nekeve.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, diyar kir ku bi girtina 29 kesan hûnê nekarin HDP’ê bêdeng bikin û wiha got: “Çawan ku heya niha hemû operasyonên we pûç bûn, wê ev operasyona we jî têk biçe. Hûn li dû xeyalane. Em baş dizanîn ku bi vê operasyonê hûn dixwazin tola çi ji me bigirin. Ev tolgirtina 7’ê Hezîranê ye, 1’ê Mijdarê ye, 31’ê Adarê ye û 23’yê Hêzîranê ye.”

Beştaş, dest nîşan kir ku duh bi şev 3 siyasetmedarên dibin çavan de jehrî bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hevalên me rakirin nexweşxanê, lê destûr nehat dayîn ku parêzar biçin hevdîtina wan. Ev nêzîkatiyek dij mirovahiye û ne hiqûqiye. Ev rewşekê îşkencê ye. Divê tavilê hevalên me bên berdan. Emê weke HDP’ê, hîn zêde xwe pêş de bibin.”

Wekîlên HDP’ê piştî daxuyaniyê, heya Meclîsê meşiyan.