‘Heta ji bo Roboskiyê edalet pêk neyê, em rehet nahêlin ku razin’

Hewldana Ji bo Roboskiyê Edalet, nerazîbûn nîşanî nedarezandina berpirsên Qetlîama Roboskiyê da û got: “Heta ku edalet ji bo Roboskiyê pêk neyê, rehet narazên û rênadin hûn jî razin.”

Hewldana ji bo Roboskiyê Edaletê, di meha 105’emîn a Komkujiyê Roboskî ku 19 jê zarok bi giştî 34 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da. Endamê Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Ferhat Encu û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Vezîr Parlak jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Endamê Hewldanê Tanjû Gunduzalp axivî û bibîr xist ku di ser komkujiyê de 3 hezar û 197 roj derbas bûne û hê jî edalet pêk nehatiye û wiha got: “Di civakên ku di nav aştiyê de dijîn û hemû mafên wan ên demokratîk radestî wan hatine kirin û pêkanîna komkujiyan nayê fikirîn. Lê zihniyeta ku ji 100 salî ve serdestê welat e, di hêla komkujiyan de heta tu bibêjî tabloyeke nebaş raxistiye ber çavan.”

Gunduzalp, bal kişand ser memeleya li navçeya Şaxê ya Wanê ya li dijî welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban û operasyona li dijî HDP’ê ya bi hinceta “lêpirsîna Kobanê” pêk hatibûn jî ev tişt got: “Rastiya tiştên em jiyan; nebûna edalet û bêcezahiştinê ye. Di nav aştiyê de em alîgirê pêkve jiyanê ne. Heta ku edalet neyê Roboskî wê edalet neyê welat jî. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye.”

Ferhat Encu jî, destnîşan kir ku 105 meh in tu kes ji ber komkujiyê nehatiye darizandin û got ku bi desthilateke ku polîtîkaya bêcezahiştinê kiriye şêwaza siyasetê re rûbirû ne.