Yekîneya Tolhildanê bi dehan wesayit û kargehên 'faşîstan' şewitand

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşer Konya/Şehîd Arîn Mîrkan ragihand ku di navbera 24 û 29'ê Îlonê de li Stenbol û Edeneyê gelek çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku bi ser dijminê gel ve bimeşin û hesab bipirsin. Lê belê ev yek wezîfeyeke welê pîroz e ku tenê bi rojekê nabe."

Li gorî daxuyaniyê çalakiyên li Stenbol û Edeneyê hatin lidarxistin wiha ne:

"24'ê Îlonê li Esenyûrt a Stenbolê bekçiyek hate cezakirin.

25'ê Îlonê li Okmeydani ya Stenbolê bi çalakiya sabotajê derb li wesayiteke bi tîpa akrep hate xistin.

26'ê Îlonê li Başakşehîrê li devereke nêzî qada leşkerî wesayiteke transît û du wesayitên biçûk hatin şewitandin.

27'ê ÎLonê li Îkîtelî Koyîçiyê wesayiteke servîsê ya transît hate îmhakirin.

28'ê Îlonê li Pendîkê sê wesayitên faşîstan, li Yakacikê mînîbuseke servîsê, li Taştepeyê sê wesayit, li Arnavûtkoy Gumrukê wesayitek bi giştî 12 wesayitên faşîzmê hatin şewitandin û îmhakirin.

28'ê Îlonê li Ataşehîr a Stenbolê marketek û depoyeke lastîkê hatin şewitandin û îmhakirin.

29'ê Îlonê li Bostanci ya Stenbolê firoşgeheke kincan a faşîzmê hate şewitandin.

24'ê Îlonê li Gulbahçe ya Edeneyê marketeke hate şewitandin û malzemeyên tê de li gel hatin belavkirin."