2 AVM, kargehek, 2 avahî û 2 wesayît şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihandin ku li 8 bajaran gelek cihên kar û wesayît şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Balikesîr, Tokat, Stanbol, Denîzlî, Gebze, Bûrsa, Isparta û Îzmîrê  gelek cih û wesayît şewitandine.

Li gorî daxuyaniya hate dayîn, 23’ê Îlonê li Baliesîr kamyone, 25’ê Îlonê li Tokat AVM’yek mezin, 26’ê Îlonê li Biyikduz a Stenbolê AVM’yek mezin şewitandine. Di her du AVM’yan de bi milyonan ziyana madî pêk hat.

26’ê Îlonê li Acipayam a Denîzliyê wesayîtek, 27’ê Îlonê li Gebzeyê kargehek ya palet, heman rojê li Bûrsayê jî avahiyek hate şewitandin.

27’ê Îlonê li Isparta kamyonek, li Narlidere ya Îzmîrê jî mekîneyek hatiye şewitandin.