Siyasetmedarên destgîrkirî dest bi boykota ‘negirtina xwarinê’ kirin

HDP’iyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, dest bi boykota negirtina xwarinê kirin.

Dema destgîrkirina HDP’iyên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 4 roj din jî dirêj kirin. Parlementerên HDP’ê li pêşiya Midûryeta Emniyetê ya Enqerê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlementerê HDP’ê ya Êlihê Necdet Îpekyûz di daxuyaniyê de axivî û got: “ Biryara îro hate girtin, biryarekî bê hiqûqî û siyasî ye. Hevalên me 4 roj in em nizanin bê ji ber çi destgîrkirine. Lê li ser çapemeniyê operasyonên îdraqê dikin. Hevalên me li cihên lê destgîrkirine, baş lê nayên nêrîn, li gorî standartên jiyînê bi hiqûqa dijminahiyê lê dinêrin. Êşkence û nêzîkatiyên xirab lê dikin. Di hevdîtinên li gel parêzeran jî alozî derdixin. Di mijara xwarin û vexwarinê de alozî heye.”

Îpekyûz destnîşan kir ku siyasetmedarên destgîrkirî ji bo protestokirina vê rewşê dest bi ‘boykota negirtina xwarinê’ kirine û got: “Divê demildest karûbarên îfadeya hevalên me bên kirin. Em vê rewşê şermezar dikin.”