Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê çalakî kirin

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê li dijî nokerên AKP-MHP'ê çalakî kirin.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wan bi çarçoya 'Pêngava Bicihanîna Azadiyê'' li Êlih û Stenbolê li dijî nokerên AKP-MHP'ê çalakî kirine.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê derheqê çalakiyan ev agahî dan:

''16'ê Îlonê li Êlihê pankarta, ''Bes e ji Tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê ye; dema bicihanîna azadiyê ye'' bi pira rajor ve hatiye daleqandin, pêngava ku Tevgera Azadiyê daye destpêkirin, hatiye slavkirin.

24'ê Îlonê li Stenbol Kavacikê 2 wesayitê lûks ên karsazekî AKP'yî ji hêla yekîneyên me ve hatine şewitandin û îmhakirin.

26'ê Îlonê li Silîvrî ya Stenbolê 2 wesayitên lûks ên faşîst û kamyoneke bar ji hêla yekîneyên ve hatine şewitandin û îmhakirin.

27'ê Îlonê li Stenbol Tûzlayê kargeheke faşîstên AKP-MHP'ê û du wesayitên kargehan ji hêla yekîneyên me ve bi teqemeniyên bi dest hatibûne çêkirin bûne hedef, piştre hatine şewitandin. Ziyaneke mezin çêbû. Kargeh û wesayit nema dikarin werin bikaranîn.''