Partiya Çep a Swêdê: Divê cîhan li ber zextên li ser HDP'ê rabe

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt nerazîbûn nîşanî girtina HDP'iyan da û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku zextên li ser HDP'ê şermezar bike.

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt li ser medya mecazî daxuyanî da û girtina rêveberên HDP'ê şermezar kir.

Sjostedt bi bîr xist ku li dijî HDP'ê ku partiya tevgereke çep û Kurd e, pêleke nû ya girtinê di rojevê de ye û destnîşan kir ku sedema rastî ya girtina HDP'iyan ew ku HDP'iyan li dijî DAÎŞ'ê helwesteke siyasî ya berbiçav nîşan dabûn.

Sjostedt got, "Ev bi tena serê xwe gelek tiştan vedibêje ku Erdogan ji aliyê siyasî ve li ku ye" û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku êrişên li dijî HDP'ê û girtiya HDP'iyan şermezar bike.