Qirkirina siyasî li Enqere û Stenbolê hatin protestokirin

Têkildarî siyasetmedarên HDP’î yên di operasyonên qirkirina siyasî de rehîn hatine girtin, li Enqerê û Hatayê daxuyanî hatin dayîn.

Têkildarî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên rehîn hatine girtin li pêşiya Midûryeta Emniyetê ya Enqerê parelementerên partiyê daxuyaniyek daç

Parlementera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû nerazîbûn nîşanda ku rê nadin agahî ji siyasetmedaran bigirin. Kerestecîoglû anî ziman ku daxwaza hevdîtina bi siyasetmedaran re heye, şertên emniyetê xirab in.

Kerestecîoglû got: “5 rojin hevalên me li hundir in. Em tên dixwazin li ser wan agahî bigirin, lê rê nadin. Lêpirsîna ku 6 sal in nehate kirin, niha li pey lîstikên qirêj in.” Kerestecîoglû nerazîbûn nîşanî helwestên rayedarên emniyetê da û wiha doman: “Li vir pirsgirêka xwarinê heye. Xwarina nû nadin hevalên me, nanê xirabûyî didin wan. 3 hevalên me ji ber xwarinê jehrî bûn. Hevalên me yên nexweş nehe.

Hevalên me yên li hundir serî netewandin, tu kes ji me serî natewîne. Wisa zanin ku wê tim wiha be, dema demokrasî hate vî welatî wê her kes bi adil bê darezandin. Em di ferqa wê de ne ku daraz û dadgehkirin siyasî tên kirin.”

HATAY

Li pêşiya avahiya HDP’ê ya Hatayê jî destgîrkirin hate protestokirin. Li avahiya HDP’ê pankarta bi nivîsa ‘HDP hêvî ye, hêvî nayê bêdengkirin’ hate hildan û SYKP û Însiyatîfa Gel a Defne jî piştgirî da çalakiyê.

Hevserokê HDP’ê yê Hatayê Kerme Nalbant axivî û got: “HDP’ê ne duh û ne îro jî li ber bêheqiyê û tundiyê serî tewandiye. Ji niha û şûn ve jî natewîne.”