Rêxistinên Elman û Arjantînê piştgirî dan HDP’ê
Li hemberî operasyona qirker a li dijî HDP’ê nûnerên gelek welatan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û banga hevgirtinê kirin.
Li hemberî operasyona qirker a li dijî HDP’ê nûnerên gelek welatan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û banga hevgirtinê kirin.
Asambleya Neteweyî ya Katalonyayê ya ku ji bo azadiya Katalonyayê têdikoşe û bi deh hezaran endamên wê hene, diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê nayê qebûlkirin.
Li ser hesabê twîtterê yê Assemblea Internationalê daxuyanî hate dayin û hate gotin, “Em vê zilma siyasî ya li ser Kurdistanê mehkûm dikin.”
Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê jî bi navê ‘Sedema girtinê: Hevgirtina bi Kobanê’ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 82 rêveberên HDP’ê hatine girtin û derbarê gelek kesan jî biryara girtinê heye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sedema girtinan berxwedana Kobanê ya li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ye û dewleta Tirk piştgirî dida çeteyan.
Koordînasyona Enternasyonal a Partî û Rêxistinên Şoreşger (ICOR) jî diyar kir ku ew jî piştgiriyê didin banga hevgirtinê ya Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê. ICOR’ê diyar kir ku ew dixwaze endamên HDP’ê yên hatine girtin, serbest werin berdan.
Yek ji tevgera şoreşger a Arjantînê Senda Gûevarîsta-Mayo 2019 jî diyar kir ku kampanyaya qirkirinê ya dewleta Tirk bi bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û kapîtalîzma navneteweyî didome. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ew ê li hemberî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê ya ji bo HDP’ê hate kirin.