Ji bo 8 kesan piştî 12 salan, 24 sal û 4 meh ceza hate birîn

Li Cizîrê ji bo 8 kesan ku bi hinceta tevlî çalakiyeke ya sala 2008’an hatiye kirin, 24 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê 15’ê Sibata 2008’an bi armanca protestokirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyî hate kirin.

Ciwanê bi navê Yaha Menekşe yê tevlî çalakiyê bûbû, ketibû bin panzerê û jiyana xwe ji dest dabû. Bi îdîaya ku 8 kesên tevlî merasîma cenazeyê Menekşe ya 16’ê Sibatê bûne, bi sûcê ‘li gel endambûna rêxistina terorê, bi hev re li ser navê rêxistinê sûc kirin’ lêpirsîn hatibû vekirin.

Ji bo 8 kesan ku bi hinceta tevlî merasîma cenaze bûne her yekê cuda cezayê girtîgehê yê 3 meh û 15 rojan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Di serdegirtinên malan ên vê çarçoveyê de rêveberên HDP’ê yên Cizîrê Mûstefa Ecevît, Alî Ecevît, Nesîm Dalmiş, Mehmet Zekî Elîş, Nîmet Şen, Nîhat Kantik, Sabahattîn Îdem û Ekrem Înedî hatibûn destgîrkirin. Biryara dadgehê ya girtinê ji bo yên hatin destgîrkirin hate xwendin û şandin Girtgîeha Tîpa T a Şirnexê.