Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzeran 107 caran serlêdan kirine, lê 106 serlêdan bêbersiv hatine hiştin.