HDP: Desthilatdarî mirinan normalîze dike
HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze mirinên ji ber şewbê normalîze bike û got, “Ji bo ku tiştek bi mirovan neyê divê 28 rojan hemû kes vekişin malên xwe.”
HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze mirinên ji ber şewbê normalîze bike û got, “Ji bo ku tiştek bi mirovan neyê divê 28 rojan hemû kes vekişin malên xwe.”
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Ekonomiyê ya HDP’ê Garo Paylan tevî parlementerên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Habîb Eksîk û Semra Guzel li meclîsê derbarê şewbê û tevdîrên wê civînek li dar xist.
Paylan diyar kir ku ji ber tercîh û kirinên desthilatdariya AKP’ê gel neçar maye ji bo li jiyanê bide li ber xwe de. Paylan pakêta pêşniyazan a ji 8 xalan pêk tê, pêşkêş kir. Paylan bal kişand ser vî tiştî ku rêjeya mirinên ji ber şewbê gelekî zêde ye û desthilatdarî dixwaze vî tiştî normalîze bike.
Di axaftina Paylan de ev xal derketin pêş:
"Li welatê me balafirek bikeve û tê de 150 welatî bimirin ji bo wan şînê îlan dikin. Lê li Tirkiyeyê her roj ji ber vîrûsê 4 balafir dikevin. Li welat facîaya madenê jî pêk bê şîna neteweyî îlan dikin. Lê niha îro her roj facîayên wekî yên Soma pêk tên. Ji ber Covid-19 em her roj wekî 4 erdhêjên Îzmirê dijîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Em HDP pêşniyar dikin ku ji bo rê li pêş mirinê bigirin û jiyanê biparêzin 28 rojan derneketina tam bi ewle dikin.
Paylan pêşniyara bi sernavê 28 rojan derneketina wisa eşkere kir.
“*Ji xeynî sekrorên jiyanî divê hemû xebatên aborî bên rawestandin.
*Divê 28 rojan hemû rêwîtiyên nava bajar û navdewletî bên rawestandin.
*Divê kadro û personelên tenduristiyê bên temamkirin. Divê butçeya wan bê temamkirin.
*Divê derziyên têr û temam bê pere li her kesî bê belavkirin.
* Divê li hemû welatiyên betal û xizan di nava 28 rojan de 5 hezar TL li wan bê belavkirin.
*Divê esnaf û karmendên ku cihê wan hatiye girtin ji bo 28 rojan 10 hezar tl pere li wan bê belavkirin.
* Divê hemû kesên deynê wan ê bacê heye deynê wan bê taloqkirin.
* Divê di vê pêvajoyê de înternet, gaza xwezayî, av û ceyran bê pere bê dayîn.”