Li Cizîrê 2 kes û li Mêrsînê jî kesek hatin girtin

Ji 6 kesên dawiya hefteyê li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn destgîrkirin 2, li Mêrsînê jî kesek ku ji 9’ê Kanûnê ve destgîrkirî bû hatin girtin.

Li Cizîrê berî niha bi du rojan polîsan avêtinbûn ser malan û 6 kes destgîrkiribûn.

Yên di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya ‘Di nava YPS û xebatên ciwanan de karkirinê’ hatibûn destgîrkirin, Duşemê sewqî dadgehê kirin.

4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Agît Kalka û Hasan Kungun bidîaya ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin.

Di avêtina ser malan a 9’ê Kanûnê ya li navçeya Akdenîz a Mêrsînê de ciwanê Kurd ê bi navê Ciwan Tamûr ê hatibû destgîrkirin ji sewq edliyeya Mêrsînê hate kirin. Dadgehê Tamûr bi sûcê ‘endamê rêxistinê’ sûcdar kir û biryara girtinê da.