PDK li Stûttgartê hate şermezarkirin

Ciwanên Kurd li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê şermezar kirin.

Nerazîbûna li dijî êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê dewam dike.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ciwanên Kurd danê êvarê li hev kom bûn û meşiyan. Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û êriş hate şermezarkirin.

Çalakgeran her wiha bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê.

Di dema çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" hatin qîrîn.