Li Girtîgeha Sîncanê binpêkirina mafan

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê binpêkirina mafan ji malbata xwe re ragihandin.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê binpêkirina mafan di hevdîtina girtî de ji malbatên xwe ragihandin.

Li gorî agahiyên ku malbatan ragihandine ev ji 2 salan zêdetir e nahêlin ku girtî koxuşên xwe biguherin, li gel ku ev mafekî yasayî ye jî ev nayê bicihanîn.

Malbatan her wiha diyar kirin xizmên wan ji wan re ragihandine ku ew nikarin tedawî bibin, dema ku diçine nexweşxanê û tên 14 rojan divê di karantînayê de werin hiştin û nahêlin ku girtî ji mafê tedawiya revîrê sûd werbigirin. Li gorî agahiyên ku malbatan dane girtî ji nêzîkatiyên doktorên revîrê aciz in, nexweşiyê wan di ser guhê xwe re davêjin.

Her wiha hate gotin îdareya girtîgehê têra xwe îaşeyan naden girtiyên ku ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine girêva birçîbûnê. Girtiyan gotine, ''Vexwarinên sereke yên weke dew, ava fêkî nadin. Tenê ava madenê, kevçiyeke xwe, şekir û hinek lîmonê didin.''

Tê diyarkirin girtî dema ku li korîdorê rastî hev têne nahêlin ku slavê jî bidin hev û dema hevdîtina bi malbatê re qerdiyanan gotine,''slavê nedin girtiyan.'' Girtiyan gotin, ''Ji bo ku me xwest slavê bidin malbata hevalê xwe rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin û hevdîtina bi malbatê re ji bo şeş mehan hate qedexekirin. Îdare slavkirinê jî weke 'sûc' dihesibîne.''

Girtiyan her wiha ev agahî jî nade malbatên xwe: ''Li odeyên me kabîna dîtinê danîne. Di van kabînan de kamera hene û hemû odeyê dibînin. Hin hevalên me hene ku bi tena serê xwe li hicreyê dimînin. Ev kamereyên li kabînên odeyan hemû qadên jiyanê dibînin. Îdare dibêje wê kamera girtî bin lê em bawer nakin, ji ber vê fikarên me hene.''

Têkilî girêva birçîbûnê jî girtiyan banga bihistyariyê li raya giştî kirin û gotin ,''Tekane armanca grêva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li hemû girtîgehan dane destpêkirin azadiya fizîkî pêk were, ne ku tenê şertên tecrîdê rabin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe em ê dev ji çalakiya xwe neqerin. Em bang li raya giştî dikin ku bihistyar bin. Bila destekê bidin çalakiya me.''