ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk û endamê KNK'ê Dr. Kamîran Berwarî got, peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê dewama êrişên DAÎŞ'ê ye û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir.
Dewleta Tirk av li ser Hesekê birî û milyonek û 200 hezar kes bêav hişt. Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd diyar kir ku li ser mijarê ew bi welatên garantor, Xaça Sor, UNICEF û NY'yê re axivîne, lê biryar siyasî ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşandin.
Şervanên YPG'ê gotin, "Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin" û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.
Yek ji partiyên muxalefetê yên Elmanyayê FDP'ê xwest, ezmûna ji bo destûrnameya ajotinê bi zimanên Kurdî, Darî û Farsî jî bê kirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got, ji bo têkoşîna ji bo avhewayê li Destûra Bingehîn bê bicihkirin wê referandûm bê kirin.
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê hêvî dike, ku di danûstandinan de aliyên Lîbyayê têkildarî reformên aboriyê li ser 'armancên şênber' li hev bikin.