Li Edeneyê kesek hate destgîrkirin
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de kesek hate destgîrkirin.
Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî de kesek hate destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de vê sibehê polîsan li bajêr avêtin ser hin malan. Di serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin û lêgerîn hate kirin.
Di encamê de kesek hate destgîrkirin û ew birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Edeneyê.