Doza Hrant Dînk ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin
Doza ku 76 bersûcên ji kuştina Hrant Dînk tên darizandin ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin.
Doza ku 76 bersûcên ji kuştina Hrant Dînk tên darizandin ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin.
Polîs û leşker jî di nav de rûniştina darizandina 76 bersûcên ji kuştina Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk berpirsyar tên nîşandan, îro pêk hat.
Di rûniştina dozê de ku li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat, beşek ji bersûcan, parêzerên wan û parêzerên malbata Dînk amade bûn. Gelek rojnamevanan jî doz şopandin.
Bersûc û parêzerên wan ji bo parastina li dijî mutalaayê daxwaza demekê kirin. Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û rûniştina dozê heta 17'ê Kanûnê taloq kir.