Li Manîsayê êrîşî Soyu yê HDP’î kirin
Li Manîsayê ji ber ku endamê HDP’ê Sebrî Soyu Kurdî axiviye, du nîjatperestên Tirk êrîş bire ser.
Li Manîsayê ji ber ku endamê HDP’ê Sebrî Soyu Kurdî axiviye, du nîjatperestên Tirk êrîş bire ser.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamê HDP’ê Sabrî Soyu yê li navçeya Şehzadeler a Manîsayê dijî, dema ji cihê kar divegeriya mala xwe ji aliyê 2 kesên nenas ve êrîş li ser hate kirin.
Soyu li ser êrîşa nîjatperest ev tişt got: “Em li kargehê kar dikim. Ji servîsa kargehê saet derdorî 17:00’an peya bûm. Dema di rê de dihatim li gel hevalê xwe daxivîm. Dema ez gihiştim kolana Ahmed Bedevî cihekî aram 2 kes hatin ba min û ji bo min gotin; ‘Tu çi dibêjî’ nerazîbûn nîşan da. Min jî got ez li gel hevalê xwe bi telefonê Kurdî daxivim. Min telefon girt, piştre ji bo wan got çi bû, min we fam nekir. Ji bo min gotin; ‘Tu bi Tirkî baxive em ê te fam bikin’. Dijûn ji bo min kirin, me gotûbêj kir. Ji bo min gotin; ‘An tê bêjî bextewerim ku Tirk im, an jî bicehenimî biçî’. Piştre li min dan. Dişibiya ulkuciyan. Li ser laşê min şopên lêdanê hene. Ji nexweşxaneyê min rapora derbkirinê girtiye. Sibe ezê biçim emniyetê gilî bikim.”