Li Girtîgeha Dûzceyê pêketiyên korona zêde bûn
Vedat Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de girtîye, diyar kir, pêketiyên hêla koronayê û guriyê zêde bûne.
Vedat Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de girtîye, diyar kir, pêketiyên hêla koronayê û guriyê zêde bûne.
Li girtîgehan her roja ku diçe pêketiyên hêla vîrûsa koronayê zêdetir dibin. Yek ji girtîgehên ku vîrûsa koronayê lê belav bûye, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ye. Vedat Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de girtî ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Gultekîn diyar kir çalakiya wan a greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dane destpêkirin berdewam dike û got, “Heta ku em encamê negirin, em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Gultekîn, da zanîn ku ji bilî vîrûsa koronayê pêketiyên gurîbûnê jî li girtîgehê zêde bûne û wiha domand: “Girtiyên ku bi koronayê ketin, kirine karantînayê. Koxuşma me li rex koxuşên kesên di karantînayê de ne. Car caran em dengê qêrîna wan dibîhisin. Dibêjin ku li girtîgehê hin girtî dimirin. Rewş gelek xerab e. Di 10’ê Kanûnê de cezayê min ê dîsîplînê xelas bû. Lê bi awayekî keyfî meheke din dirêj kirin.”
Malbata Gultekîn jî, diyar kir ew ji ber tiştên li girtîgehê tên jiyîn bi fikarin û wiha got: “Derbarê mijarê de em li girtîgehê geriyan. Lê rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘hûndir ji derve bi ewletir e. Em tedbîrên xwe digirin.’”