Girtî: Encam neyê bidestxistin, em ê dest bi greva bêdorveger bikin

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 19'an de ye. Girtî Mehmet Kûrt diyar kir ku eger ew encamê bi dest nexin, wê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di 27’ê Mijdarê de, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 19'emîn de ye. Çalakiya grevê niha koma 4'emîn didomîne. Malbatên girtiyan, bi gotina "Daxwazên zarokên me daxwazên me ne" piştgiriyê didin çalakiya grevên birçîbûnê.
 
'DEST DANÎN SER TIŞTÊN ME'
 
Mehmet Kûrt ê 49 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyan a Kayseriyê dimîne, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê kir. Kûrt diyar kir ku mafên wan ên mirovî hemû ji destê wan hatine girtin û wiha got: "Li gorî berê zext û zordariya li girtîgehan zêdetir bûne. Dest danîn ser radyo, televîzyon û rojnameyan nadin me."

HIŞYARIYA ÇALAKIYA GREVÊ YA BÊDORVEGER
 

Kûrt da zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û wiha lê zêde kir: "Eger çalakiya me ya dorveger a greva birçîbûnê encam negire, em ê çalakiyê veguherînin çalakiya greva bêdorveger."
 
Xizmên Mehmet Kûrt jî destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û xwesin ku demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Girtî Vedat Sevîm, Cengîz Oner û Mahmût Yamalak ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyana Kayseriyê dimînin, weke koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê didomînin.