ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê tenê bi rizgariya ji rejîma Erdogan dikarin azad bibin û got, "Erdogan û Bahçelî yên faşîst bi hilbijartinê wê neçin. Tenê bi berxwedan û têkoşînê dikarin têk biçin."

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ji ber rîska mezin a şer bang li PKK û PDK'ê kir ku tavilê diyalogê bikin. Karamûs got, "Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîla dikim; xwe ji şer vegirin."

Koordînasyona KJK'ê bang li gel û jinan kir ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin û bi xurtî tevlî pêngavên azadiyê bibin.

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî ne, plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin.

Gerîla Eylem Goksû Gabar qala çalakiyeke sala 2015'an a li Gabarê kir û got, "Destpêkê hevala Berçem lê dide, piştre jî heval bi bombeyan êriş dikin. Dijmin ê li ser gir bi temamî ji holê hate rakirin."

Maliyeta afetên xwezayî yan jî yên ji ber mirovan rû didin, îsal li gorî sala derbasbûyî gelekî zêde bû.