Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele

Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele û qîmeta wê kêm dibe.

Lîrayê Tirkan roj bi roj kêm dibe. Ligel ku qîmeta dolar di piyaseyên navneteweyî de kêm bû, lîrayê Tirkan jî dihele.

Îxtîmala zextên ku wê DYE û YE bike jî rê li ber hilweşandina lîrayê Tirkan vedike.

Dolar derket ser 8 lîrayan û piştre daket 7.9 lîrayan. Vê sibehê jî dolar 7.85 û 7.87 de bû. Eûro jî 9,57 lîra ye.

Polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê, bêbaweriya li hemberî Tirkiyeyê û îxtîmala zext û pêkanînên jî zêde dike. Ev jî leza hilweşandina ekonomîk zêdetir dike.