Girtiyê di greva birçîbûnê de ye kete ber lêpirsînê

Ji girtiyên siyasî Delîl Tekîn ji ber axaftina xwe ya bi rêya telefonê kete ber lêpirsînê.

Ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 4'an a Şakranê Delîl Tekîn, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Malbata wî jî axaftina Delîl Tekîn qeyd kir û bi Jinnewsê re parve kir.

Rêveberiya Girtîgehê bi hinceta ku Delîl Tekîn li ser greva birçîbûnê axiviye, dengê wî bi raya giştî re hatiye parvekirin û ji Ocalan re gotiye 'Rêber' dest bi lêpirsînê kir.