Rûniştina doza Dayikên Şemiyê taloqî 12’ê Tîrmehê kirin

Di parastina rûniştina doza yekem a derbarê 46 kesan de ku di êrîşa polîsan a li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’î de hatibûn destgîrkirin, hatibû vekirin, hate gotin ku qedexekirina çalakiyê li derveyî hiqûqê ye.

Rûniştina doza yekem a derbarê 46 kesên di dema êrîşa polîsan a li ser çalakiya 700’î ya Dayikên Şemiyê ku her hefte li aqûbeta windayan dipirsin û daxwaza berpirs bên cezakirin, lidar dixe, pêk hat.

Rûniştina derbarê 46 kesî ya li Dadgeha Cezayê Giran a 21’an a Edliyeya Stenbol a Çaglayanê pêk hat sûcên ‘muxalefetya li civîn û meşan’ pirsîn.

Dayikên Şemiyê, mirovên şemiyê yên di hefteya 700’î de hatibûn destgîrkirin, Parlemetnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglû, Oya Ersoy, Parlementerên Partiya Gel a Komarê (CHP) Tûran Aydogan, Alî Şerker, Parlemeterê serbixwe Ahmet Şik tevlî rûniştinê bûn û dîsa gelek parêzer ji bo parastinê amade bûn.

Ji ber biçûkbûna eywana 21’emîn a Dadgeha Ceza ya Asliyê rûniştin li eywana 33’emîn a Dadgeha Ceza ya Giran bi tesbîtkirina nasnameyan ve pêk hat.

Di rûniştinê de ewilê Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdoganaxivî û nêrînên xwe yên têkildarî berdanê pêşkêşî heyetê kir. Turkdogan anî ziman ku qedexekirin xwe naspêre hinceteke şênber.

Heyeta dadgehê daxwaza berdanê ya Turkdogan red kir.

Piştre jî ji Mirovên Şemiyê ya parastin kir Masîde Ocak Kişlakçi, birayê Hasan Ocak yê dema destgîrkirî hate windakirin, Alî Ocak, birayê Hayrettîn Eren ê dema destgîrkirî hate windakirin Farûk Eren, xwarziyê Hasan Ocak ê dema destgîrkirî hate windakirin Adil Can Ocak, Cuneyt Yilmaz endamê CHP’ê Alî Yîgît Karaca, Robar Koptaş û Denîz Koç axivîn.

Di dewama rûniştinê de parêzerên Alî Ocak, Adil Can Ocak û Masîde Ocak Kişlakçi, Ahmet Cîhan jî parastina muwekîlên xwe kir, diyar kir ku biryara Qeymeqamê Boglûyê dijî qanûnê ye, li dijî azadiya civînê ye, gelek mînakên navneteweyî nîşan da û xwest ku dosya bi berdanê encam bibe.

Doz piştî parastinan û şûnde taloqî 12’ê Tîrmehê hate kirin.