Li Antalyayê 5 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Antalyayê girtin ser malan û 5 kes bi hinceta di pîrozbahiyekê de dirûşme berz kirine, destgîr kirin.

Serdegirtin di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê ve hate lidarxistin.

Polîsên Tirk ên li navçeya Kepez a Antalyayê avêtin ser malan, dest danîn ser meryalên dijîtal û 5 kes destgîr kirin.

Kesên hatîn desgîrkirin bi hinceta di çalakiyekê de dirûşme berz kirine bi “propogandakirina rêxistinê” sûçbar kirin.

Her 5 kes li Midûriyeta Emniyeta Bajêr a Antalyayê tên ragirtin.