Guleç: Ji bo civak xwedî li pêvajoyê derkeve, gaveke girîng bû
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji bo banga bi dîmen a Rêber Apo got, ji bo xwedîderketina civakê ya li pêvajoyê gaveke girîng bû.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji bo banga bi dîmen a Rêber Apo got, ji bo xwedîderketina civakê ya li pêvajoyê gaveke girîng bû.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadrî Guleç ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku bi banga Rêber Apo re pêvajoyeke nû bi rengekî fermî destpê kiriye.
Guleç diyar kir ku bi bangê re banga 27'ê Sibatê bêhtir şênber bûye û got, "Yekemcar piştî 26 salan Birêz Ocalan li gel sekreterya xwe derket pêşberî kamerayan û ji bo şênberkirina banga aştî û civaka demokratîk a 27'ê Sibatê û bilezkirina mekanîzmaya çekdanînê daxuyaniyek da. Ev daxuyanî dîrokî ye. Weke daxuyaniya 27'ê Sibatê."
Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku civaka demokratîk û siyaseta demokratîk wê ji niha û pê ve hîn bi xurtî bimeşe.
Guleç ragihand ku terikandina têkoşîna çekdarî ji aliyê PKK'ê ve li nava civakê di asteke mezin de tê qebûlkirin û got, "Mebesta min ne tenê gelê Kurd e, mebesta min civaka Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê ye."
Guleç diyar kir ku piştî banga Rêber Apo pêvajoya pratîkkirina vê yekê destpê kiriye û got, "Bi dîtina min, piştî vê daxuaniyê wê civak piştgiriyeke hîn xurt û cidî bide pêvajoyê."
Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku divê êdî li meclîsê komîsyon bê avakirin û got, "Bi bangeke bi tenê her tişt sererast nabe, lê belê siyasetmedaran, rewşenbîran, rojnamevanan, muxalîfan derfet bi dest xistin ku karibin hîn bi xurtî siyasetê bikin. Ev yek jî wê ji bo civakîbûna pêvajoyê, pejirandina aştiyê û tevlîbûna gel a li vê pêvajoyê, her wiha ji bo rûbirûbûna li êşên derbasbûyî û helalkirina li hev, hêviyê mezin bike. Daxuyaniyeke girîng e, ji bo bidawîkirina serdema têkoşîna çekdarî, ji bo afirandina qada siyaseta demokratîk û qada hiqûqî wê derfeteke xurt pêşkêş bike."