'Me ji bang û dîmenê Rêber Apo hêzeke mezin girt'
Kurdên li bajarê Stenbolê anîn ziman ku ew bi dîtina dîmenên Rêber Apo û banga nû gelekî kêfxweş in.
Kurdên li bajarê Stenbolê anîn ziman ku ew bi dîtina dîmenên Rêber Apo û banga nû gelekî kêfxweş in.
Piştî 26 salan cara ewil Rêber Apo li ser ekranên ANF’ê bangeke bi dîmen kir. Kurdên li Stenbolê dimînin kêfxweşî û kelecana xwe ya têkildarî peyama bi dîmen a Rêber Apo anîn ziman.
Kadriye Akar anî ziman ku ew ê tim li pey fikr û ramanên Rêber Apo bin û got: "Dema ku me dîmenên Rêbertî li ser ekranê dît û dengê wî hate me, em gelekî kêfxweş bûn. Kelecaneke wisa li cem me peyda bû ku weke barekî giran li ser milên mirov be û em vî barî deynin. Em ê tim û tim li pey Serokê xwe bin, piştgiriyê bidin wî û em şopdarên wî ne."
Celaletîn Tan jî diyar kir ku temaşekirina li dîmenê Rêber Apo ji bo wan kêfxweşiyeke pir mezin e û ev yek anîn ziman: "Li gel weşandina dîmen û banga Rêbertî em gelekî kêfxweş bûn. Ji ber ku me bi awayekî zindî dit ku rewşa Serokê me çawa ye. Guhdarîkirina dengê Rêbertî û dîtina dîmenên wî ji bo me gelekî baş bû. Em gelekî ji Serokê xwe bawer in ku îro bi saya wî rewşa me Kurdan gelekî cudatir û baştir e. Em hêvîdar in ku wê tiştên baş çêbibin."
Giyasettin Çelîk jî destnîşan kir ku bang û dîmenên Rêber Apo hêzeke mezin daye wan û ev yek anîn ziman: "Piştî 26 salan me dengê Serokatî bihîst. Ev yek ji bo me cihê kelecaneke pir mezin bû. Em gelekî kêfxweş bûn. Me ji bang û dîmenan hêzeke mezin girt. Bi saya Rêbertî wê aşitî pêk were ku ev yek bi rastî jî ji bo me kelecaneke mezin e. Tişta ku em bibêjin ew e ku em ê heya heyayê li pey biryarên Serokê xwe bin û esas bigirin. Em dixwazin êdî aşitî pêk were ku aşitî ji bo hemû welat û gelên li herêmê hewce ye. Yanî em gelekî kêfxweş û bi kelecan in."