15 sal ceza ji bo Ensarîoglu hate xwestin

Ji bo Hevşaredara Egîlê ku dewleta Tirk peywira wê bi darê zorê jê stand, 15 sal ceza tê xwestin.

Gulistan Ensarîgoglu bi çarçoweya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 30'ê Îlona 2020'an hatibû destgîrkirin.

Doza hevşaredar Ensarîgolu ku bi hinceta 'endama rêxistinê ye' hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê çêbû.

Meqamê îdîayê xebatên li bin sîwana KCD'ê weke 'endamtiya rêxistinê' dît û ji 7 salan heta bi 15 salan ceza jê re xwest.

Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 28'ê Hezîranê kir.