ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Koordînasyona KJK'ê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza li dijî HDP'ê, Newroz û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê daxuyanî da û got, "Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li Peymana Stenbolê divê ji êrişên li dijî Rêberê me û tevgera azadiyê ya Kurd cuda neyê nirxandin."

Ji Dayikên Aştiyê Kûmrû Akgul ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate destgîrkirin, got "7 polîsên emrê wan bi qasî neviyên min bûn, li gel feryada min jî bi zorê kincên min ji min kirin. Bêyî ku li ber xwe bikevin, bi kamerayê jî kişandin."

Parêzer Şivan Cemîl Ozen diyar kir, ku tecrîd êşkence ye, dem di ser vî sûcî re derbas nabe, lewma yên vî sûcî dikin wê rojekê bên darizandin û destnîşan kir, sîstema ku Ocalan dike hedef, ji aliyê hiqûqî ve nikare bê vegotin.

Li gorî lêkolîneke dawî, fîlên li Efrîkayê, du ji sê paran kêm bûne û di demeke nêz de dibe ku bi temamî tune bibin.