KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kesan Îmrali nîşan dan

KCD, DBP, TJA û HDP’ê diyar kir ku bi milyonan kesan Îmrali nîşan dane û peyam dan ku wê bi ruhê Newrozê têkoşînê geş bikin.

 

KCD, DBP, TJA û HDP’ê derbarê pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi milyonan kesan bi şîara ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin’ pîroz kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar da.

Daxuyanî li buroya Amedê ya Navenda Giştî ya HDP’ê dayîn. Li ser navê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li ser navê TJA’yê parlementera Amedê Semra Guzel û li ser navê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara tevlî daxuyaniyê bûn.

‘GELÊ KURD BERSIVA WÊ DA’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gelê Kurd li dijî êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê Newroz pîroz kir û got “AKP û MHP’ê di nava saleke borî de li dijî gelê Kurd êrîşên qirêj meşand. Wan digotin ‘Wê êdî gelê Kurd çend kes jî nikaribin werin ba hev, me ew qedand’. Lê gelê me ji Stenbolê heta Amedê bi milyonan kesan berê xwe dan qadên Newrozê. Gelê Kurd li qadan dîsa azadî û aştî xwest. Bi milyonan kesan li qadan gotin ‘Rêberê me Ocalan e, ji bo aştiya Tirkiyeyê navnîşan Ocalan e’ û Îmralî nîşan dan. Daxwazên azadiyê yên gelê Kurd ji bo me ferman e. Em ji gelê xwe re spasdar in.”

‘BI MILYONAN KESAN LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND KIRIN’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku bi milyonan kes daketin qadan û peyam dan rêveber û Rojhilata Navîn. Aydenîz got ku “Di vê serdemê de li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê faşîzmeke mezin li dijî destkeftiyên gelê Kurd hebû lê bi milyonan kes daketin qadan û peyamên zelal dan desthilatdariyê. Çawa ku Newrozên sala 1992’an yên Cizîr û Nisêbînê xwedî girîngiyekê bûn, çawa ku Newroza 2013’an a li Amedê xwedî girîngiyeke dîrokî bû, divê mirov Newroza 2021’an ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wekî xaçêrekeke girîng bibîne. Li qadan herî zêde peyamên ji bo azadiya Ocalan û yên li dijî tecrîdê hatin dayîn. Rojeva yekemîn a bi milyonan kesan şikandina tecrîdê bû. Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda jî di nav peyamên qadê de hebû. Peyama Newroza 2021’an gelekî zelal bû. Nîşanî me da ku bi berxwedan û têkoşînê azadî dikare were bidestxistin.Gelê Kurd peyamên yekîtiyê jî dan. Li dijî girtina HDP’ê jî peyamên gelekî zelal hatin dayîn.  HDP fikrek e û xwediyê vê fikrê jî rêzdar Abdullah Ocalan bû. Di vê peyamê de hate diyarkirin ku xwedî li fikra xeta sêyemîn hate derketin.”

JIN LI DIJÎ QIRKIRIN Û TECRÎDÊ LI QADAN BÛN

Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî li ser navê TJA’yê axivî û got “Jinan bi şîara ‘Li dijî qirkirina li ser jinan em jiyanê û li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin’ 8’ê Adarê pêşwazî kiribûn. Desthilatdarî hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ji ser jinan didomîne. Di salên dawîn de saziyên jinan, modela hevserokatiyê û Peymana Stenbolê dibe hedef. Desthilatdarî dizane ku wê bi têkoşîna jinan biçe, ji ber vê jî êrîşên xwe yên li ser jinan zêde kiriye. Jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîdê azadî qîr kirine.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî diyar kir ku divê peyamên li qadên Newrozê baş were fêmkirin û got, “Di vê Newrozê de me dît ku ciwan li dijî polîtîkayan bihistyar in. Ev helwest li dijî tecrîda li ser Îmraliyê bû. Li dijî fihûş, tiryar û çetebûnê jî bertekek bû. Beşdariyeke xurt a ciwanan hebû. Newroza îsal ji bo pêvajoya pêş ji me re bû perspektîf. “