Malpera Ajansa Nûçe Ciwan careke din hate sansurkirin

Malpera Ajansa Nûçe Ciwan (Ajansa Nûçeyan a Ciwanan) careke din hate sansur kirin.

Malpera Ajansa Nûçeyan a Nûçe Ciwan di derbarê sansurê de daxuyaniyek da û got, ”Emê vala derxistin û eşkerekirina şerê nû yê dewleta Tirk a dagirker ya bi nûçe û weşanên xwe bidomînin.

Ji ber vê sedemê, malpera me bi biryarên neqanûnî yên qanûna Tirk a dagirker her gav tê sansur kirin. Em dixwazin carek din ji xwendevan û şopînerên xwe re ragihînin, heya ku em dagirkerî û sansura wê têk bibin têkoşîna me wê li gorî kevneşopiya çapemeniya şoreşger û azad mezin bibe.”

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye diyar kirin ku dikarin li ser adresa nuceciwan75.xyz xwe bigihînin malperê.