Koordînasyona Çavdêriyê ya Girtîgeha Mêrsînê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Kampusa Tarsûs û di derbarê greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a bi daxwaza bidawîkirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin de civînek çapemeniyê li dar xist.
Pêkhateyên koordînasyonê tevlî daxuyaniya ku li buroya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mersînê bûn.
"NIKARIN JI MAFÊ MIROVAN BÊN MUAFKIRIN"
Parêzer Îsmaîl Bozkûrt ku daxuyanî xwend, bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya ji hêla girtiyan ve bi armanca ku tecrîd bi dawî bibe di roja 118'emîn de ye. Bozkûrt bal kişande ser pêkanînên keyfî yên Komîsyonên Şopandin û Çavdêriya Girtîgehê yên li girtîgehan û got, "Bidawîkirina pêkanînên tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên ji ber pêkanînên înfazê, berevajî Zagona Înfazê ya Hejmara 5275 û rêziknameyên xwe dispêre vê qanûnê ne, her wiha bicihanîna qanûnên pêkanînên înfazê yên li ser jiyan û rûmeta mirovan li gorî têgihiştina serweriya qanûnê armanc dike. Divê were zanîn ku girtîbûn nabe hincet ji bo ku ji mafên bingehîn ên mirovî were bêparkirin.”
MAFÊ TENDIRUSTIYA GIRTIYAN TÊ REDKIRIN
Bozkûrt îşaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di girtîgehan de dijîn kir û destnîşan kir ku ev rewş bi salan e berdewam dike. Bozkûrt diyar kir ku girtî nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin û wiha pêde çû: "Em dixwazin diyar bikin ku gelek girtiyên bi nexweşiyên kronîk ên li girtîgeha Kampûsa Tarsûsê gilî dikin ku daxwazên wan ên biçin nexweşxaneyê û sewqî nexweşxaneyê bibin pêk nayên. Wekî din, em dixwazin dîsa diyar bikin ku ji bo ku divê baldarî û lênêrîna pêwîst ya li pirsgirêkên tenduristiyê yên ji girtiyên di greva birçîbûnê ya berdewam dike dijîn were nîşandayîn." Bozkûrt her wiha destnîşan kir ku li gorî Destûra Bingehîn li Tirkiyeyê ku wekî dewleta hiqûqî û civakî hatiye pênasekirin, encax dewletek ku li gorî qanûna xwe tevnagere, ne pêkan e ku mirov jê re bêje dewlet hiqûqî.
Bozkûrt bal kişand li ser ‘Plana Çalakiya Mafên Mirovan’ a ku ji aliyê AKP’ê ve hat îlankirin û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Bozkûrt her wiha da zanîn ku divê tavilê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin û wiha domand: “Divê bê edaletiya di qanûna înfazê de were rastkirin, her wiha pêkanîna bi rêkûpêk a daxwazên me yên herî bingehîn ên wekî mafê gihîştina pêdiviyên tendirustiyê ya girtiyan di warê îsbatkirina ku ev plana çalakiyê ne formalîte ye de wê bibe ceribandinek ya dilpakiyê."
"ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN DEMILDEST WERIN BIDAWÎKIRIN"
Bozkûrt daxwaza betalkirina "Rêziknameya Înfazê û Rêziknameya Nirxandina Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Mehkûman", tavilê bidawîkirina zextên li ser girtiyan, terikandina ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser girtiyan, dabînkirina mafê gihîştina tenduristiyê, ji bo ku encamên giran li ser mafê jiyana girtiyan ya ji ber çalakiya greva birçîbûnê ku didome dernekeve tavilê gav bên avêtin û mafên hiqûqî yên girtiyan ku ji hiqûqa netewî û navnetewî çavkaniya xwe digrin bi rengekî baldar werin pêkanîn”kir.