Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê dîlgirtî ye, li ser nerazîbûna mezin piştî salekê jinûve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 25'ê Adarê roja Pêncşemê karîbû biaxive. Herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'î de bi axaftina bi telefonê agahî ji Abdullah Ocalan hatibû wergirtin.
Beriya demekê li ser înternertê têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin îdîa hatibûn kirin ku ev yek bû sedema fikaran û çalakiyên şermezarkirinê hatibûn lidarxistin.
Axaftina bi telefonê ya roja Pêncşemê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hat. Lê belê axaftinê tenê çend deqeyan dewam kir. Axaftina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd re hate birîn. Axaftina Hamîlî Yildirim a bi malbata xwe re jî bi heman rengî hate birîn. Girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê red kirin ku bi telefonê biaxivin.
Mehmet Ocalan têkildarî vê axaftina nêzî 5 deqeyan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Mehmet Ocalan diyar kir ku kesekî xwe weke Midûrê Girtîgeha Îmraliyê da naskirin 24'ê Adarê saet di 18:00 de lê geriya.
Mehmet Ocalan goti, "Got ku divê 25'ê Adarê saet di 13:45'an de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bim ji bo bi telefonê bi kekê xwe re biaxivim."
Mehmet Ocalan diyar kir ku serê sibehê ew li Edliyeya Rihayê bû û haya rayedarên li wir ji axaftina bi telefonê hebû û piştî 10 deqeyan ew xistin odeyeke li qatê jêrê ku bi tenê lê bû.
Mehmet Ocalan anî ziman ku jê re hatiye gotin, li odeyê xebatkarek heye û ew wê li vê odeyê bi kekê xwe re biaxive.
Mehmet Ocalan diyar kir ku dema telefonê lê da, wî bersiv da û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser jê re gotiye, "Tu çawa hat vê derê? Kê te anî? Çawa çêbû? Tu ji ku digere?"
ABDULLAH OCALAN: DEWLET BI RENGEKÎ METIRSÎDAR TEVDIGERE
Mehmet Ocalan wiha dewam kir: "Kekê min ji bo vê rewşê got, 'Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; saleke bi ti awayî hevdîtin nîne. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîne. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye. Ev tiştekî rast nîne. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin'. Serok dubare dubare got, 'Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tevdigere, hûn jî. Ev hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev ti carî nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de metirsîdar e. Gelo haya we jê heye ku hûn çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek wê bibe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye."
'EV HEVDÎTIN GELEKÎ ŞAŞ E, EV HEVDÎTIN NÎNE'
Mehmet Ocalan diyar kir ku wî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandiye, yek ji sedemên hatina wî ya hevdîtinê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê ye û wiha dewam kir, "Serok got, 'Ez naxwazim kes ji bo min li greva birçîbûnê û li zindanan bimire. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim. Pêwîstî bi vê nîne. Ev tiştekî gelekî giran e. Divê hûn vê bibînin'. Nêzî 4-5 deqeyan em axivîn. Dengekî zirav bû. Bawerim dengê Serok bû. Serok ji min re got, 'Ev hevdîtin gelekî şaş e. Ev hevdîtin jî nîne' û piştre telefon hate birîn."
Mehmet Ocalan diyar kir ku piştî telefon qut bû wî rewş ji rayedarê li wir ragihand û jê xwestin ku li bendê bimîne.
Mehmet Ocalan got, "Piştre careke din telefonê lê xist. Yê geriya kesekî cuda bû. Ji min re gotin ku divê bimînim û ji wir neçim. Piştî ku 10-15 deqeyan sekinîm, min got ku telefon êdî nayê. Min ji rayedarên li wir re got. Piştre jî ji min re gotin, 'hevdîtin qediya ye'."
Mehmet Ocalan bang li dewletê û her kesên xwedî wijdan kir û destnîşa kir ku kiryarên bi vî rengî nayê qebûlkirin.