Girtîgeha Tîpa E'yê ya Sparta lê nayê jiyîn

Parêzer Cengiz Akkaya li dijî gavên kêfî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Spartayê helwest nîşan da û got, ''Lê nayê jiyîn.''

Parêzer Cengîz Akkaya diyar kir girtî Ramazan Dalçîçek jê re nameyek şandiye û binpêkirina mafan a li girtîgehan vegotiye.

Akkaya got ji bo ku tevlî danişîna xwe ya 18'ê Adarê bûye 10 rojan miwekîlê wî kirine koxuşa karantînayê, şertên karantîna kêfî ne. Akkaya got, girtî gotiye, ''Gavên li girtîgehê kêfî ne û di rewşeke wiha de ne ku lê nayên jiyîn.''

Dalçîçek diyar kir li gel ku şertê hijyenê yên karantînayê nînin jî malzemeyên paqijiyê jî nedane wan, ew kincên xwe diqetînin, dikin paç û paqijiya koxuşê dikin.

Li gorî agahiyên ku parêzer dane ji serşo û tiwaletan bêhnên genî tên, nivîn û lihêfên wan pir gemarî ne, bê çarşev in, balgiyên wan nînin.

Girtî diyar kir rojnameya ku aboneyê wê ne danine wan û qerdiyan bi kêfî nêzî wan dibin.

Parêzer got, ''Heke wiha bidome, ên ku kirine karantînayê wê bi gelek nexweşiyan bikevin'', bang li Meclîsa Tirk, rêxistinên mafê mirovan û raya giştî kir ku bihistyar bin.