ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Tîma Kuştinê ya Tirk, dema amadekarî dikir ku sûîqestê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bike, hate kifşkirin. Wêneyên van kujeran ên li Qesra Erdogan û Sefaretxaneya Bilind a li Parîsê kişandî, eşkere bûn.
Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku ewlekariya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye û got, "Tiştek bê serê Abdullah Ocalan wê li herêmê bibe sedema felaketê."
Dayikên Aştiyê, ku piştî qedandina 'Pêvajoya diyalogê' li Dolmabahçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, anîn ziman ku 6 sal di ser jinûve destpêkirina şer derbas bûne, lê tevî vê yekê jî hêviya wan a ji bo aştiyê dewam dike.
Li Fransayê, ku bi zextên li ser Kurdan peyam ji hikumeta Erdogan re tê dayin, niha jî bi îdîaya 'heqareta li Erdogan' îfadeya siyasetmedarê Kurd Vedat Bîngol hate wergirtin.
Raporê Tirkiyeyê yê li PE'yê û Delegasyona YE-Tirkiyeyê ragihandin ku xemsariya li pêşberî doza girtina HDP'ê û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, 'şaş û metirsîdar' e.
CCAF'ê biryara Şaredariya Strasboûrgê şermezar kir ku fon dide komeleya Mîllî Goruşê û got, "Na ji Mîllî Goruşê re, Erê ji Kurdên pêşverû re."
Li çiyayên Kurdistanê hêzên gerîla bi coşeke mezin Newroza 2021'ê pîroz kirin. Gerîla li dora agirê Newroze govend gerandin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nîşan dan.
Li Komara Kongo ya Demokratîk di encama êrişên çekdarî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Komkujiyên ku li Etiyopyayê li dijî gelê Tîgreyê tên kirin, ji aliyê Rêxistina Doktorên Sînornenas ve hatin piştrastkirin.